Doh endamên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li ser rêya Dêr Hafir-Helebê jineke ciwan ku diçû serdana xizmên xwe yên li taxa Şêxmeqsûdê, revandin.
Li hemberî revandinan Heyfa Adil Teyar jinan bertek nîşan dan û banga hesab-xwestinê kirin.
Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev bûyer asta tevliheviya ewlehî û zehmetiyên ku welatî li Sûriyê dikişînin nîşan dide.
Her wekî bang li hemû saziyên jinan re kir ku rola xwe di vî warî de bilîzin û ji bo Sûriyeke ewle û wekhev Sûriyeke nenavendî û demokratîk tevbigerin.



