Kombûna Jinan a Zenûbiya revandina 2 jinên ciwan li ser rêya Helebê, şermezar kir û xwest aqûbeta wan tavilê were eşkerekirin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê der barê binpêkirinên li dijî jinan ên li Sûriyeyê û revandina 2 jinan li ser rêya Helebê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê endama Kombûna Jinan a Zebûbiya ya kantona Reqayê Xilûd El Ferec ve li ber avahiya saziyê, bi amadebûna endamên rêxistinên jinan û çalakvanên mafên mirovan hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin Heyfa Adil Tayyar a ji bajarê Kobaniyê dema ku diçû serdana xizmên xwe yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, piştî ku li xaleke kontrolê ya hikumeta veguhêz a li ser rêya Dêr Hafir-Helebê hate rawestandin, winda bû. Her wiha Nûrhan Celal Serhan jî ya ji bajarê Dêrikê dema ku ber bi Reqayê ve diçû, rêya xwe ya ber bi herêma Dêr Hafir şaş kir û winda bû.
Jinan di daxuyaniya xwe de hikumeta veguhêz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tawanbar kirin û daxwaza aşkerakirina aqûbeta wan kir.
Daxuyaniyê her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lezgînî destwerdanê bikin û her du bûyeran lêkolîn bikin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku ew her du dozan ji nêz ve dişopîne û dê hewldanên xwe bidomîne heya ku Nûrhan û Heyfa bi ewlehî li malbatên xwe vegerin.



