Bi sedan şêniyên Kantona Firatê şervanê QSD`ê Zinar Aşmê ku di 13ˊê Îlona 2025ˊan di encama qezaya Leşkerî li Kobanê şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kir.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, dûre rêvebera Kongra Star a bajarê Qinayê Sûad El Demir axivî.
Sûad El Demir sersaxî ji malbata şehîd Zinar Aşmê re xwest û got:
“Em ê tu carî dest ji xeta şehîdên xwe bernadin, ji ber ku şehîdan bi hemû hêza gelê xwe parast.”
Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Ismaîl Elî jî destnîşan kir ku ew soz didin şehîdan ku ew ê şopdarê şehîdên xwe bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.
Dûre wesîqa şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Piştire cenazeyê şehîd oxir kir.



