Balafirên bê mirov ên Ukraynayê doh bi şev êrişî rafîneriya petrolê yê herî mezin a Rûsyayê xistin.
Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku hêza wan 361 dronên Ukraynayê xistine xwarê.
Li aliyê din Zelenskî dibêje Rûsan li herêma Xarkîvê windahiyên girîng didin.
Balafirên bê mirov ên Ukraynayê doh bi şev êrişî rafîneriya petrolê yê herî mezin a Rûsyayê xistin.
Ji ber êrişî teqîn û şewat derket.
Rayedarên Rûsyayê ragihandin ku wan roja Yekşemê li ezmanan zêdetirî 80 dronên Ukraynayê asteng kirine.
Waliyê Lenîngradê Alexander Drozdenko dibêje 3 dron li ser herêma Kirishi hatine xistin û agir ji ber bermahiyên ku dikevin çêbûye.
Drozdenko destnîşan kir ku di êrîşan de ti sivîl birîndar nebûne û ne jî mirine, agir hatiye vemirandin.
Lê belê, rayedarên Rûsyayê li ser asta zirara li tesîsê şîrove nekirin.
Êrîş piştî hişyariya Donald Trump li ser kirîna petrola Rûsyayê ji bo welatan pêk hat.
ZELENSKY: RÛSAN LI HERÊMA XARKÎVÊ WINDAHIYÊN GIRÎNG DIDIN
Li aliyê din serokê Ukranyayê Zelenskî derbarê pêşketinên êniyên şer ên Ukraynayê de agahî da.
Zelenskî dibêje artêşa Ukraynayê li herêma Sûmî di rewşek baş de ye, Rûsan li herêma Xarkîvê windahiyên girîng didin.
Zelensky got:
“Li herêma sînorê Sumy encamên baş hatine bidestxistin.
Leşkerên me berdewam ber bi sînorê dewleta Ukraynayê ve diçin.
Rûsan li herêma Xarkîv, Kupyansk û herêma Donetskê windahiyên girîng didin.
Em operasyonên xwe li herêma Dobropolê didomînin.”



