Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yektiya Demokratîk PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir hikumeta veguhêz ya Sûriyê nûnertiya hemû gelên Sûriyê nake û anî ziman hemû pêkhateyên Sûriyê QSD’ê weke hêzeke niştimanî dibînin.
Aldar Xelîl gefên dewleta Tirk yên li ser herêmê ji bo yekbûna Sûriyê weke gaveke xeter pênase kir.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yektiya Demokratîk PYD’ê Aldar Xelîl derbarê geşedanên dawî û helwesta serokê hikûmeta veguhêz ya Şamê Emed El Şeri yê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji tevliziyona me Ronahî TV re axivî.
Aldar Xelîl: Hikumeta heyî nûnertiya hemû gelên Sûriyê nake
Endamê Desteya Hevserokatiya k PYD’ê Aldar Xelîl derbarê gotina Ehmed El Şeri ya ku dibêje Hêzên QSD’ê nûnertiya gelê Kurd û gelê herêmê nake wiha got:
”Hikûmeta ku niha Ehmed El Şeri ava kiriye nûnertiya pêkhateyên gelê Sûriyê bi giştî nake çimkî ne Duzi, ne Elewî û ne jî Kurd cihê xwe di nav de digire tenê yek aliye, berovajî gotina Şeri, îro pêkhateyên Sûriyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê weke hêzeke niştîmanî dibînin.”
Aldar Xelîl: Gefên Tirkiyê li ser yekbûna Sûriyê xeter e
Aldar Xelîl ji bo hin rayedarên hikûmeta veguhêz ku bi darê Tirkiyê gefan li herêmê dixwin got:
”Ev gaveke pir xeteraneke him ji bo gelê Sûriyê, him jî ji bo yekbûna xaka Sûriyê ye, ger gaveke wiha pêk were wê ne weke beriya niha be ji ber gelek pirsigrêk û mijar di nava Tirkiyê de hene nikare xwe ji wan xelas bike, dewleta Tirkiyê bi xwe jî vê yekê baş dizane ku niha hin faktorên sereke mîna Israîl derbasî nava xaka Sûriyê bûne û ev jî rê li ber hemû xewin û xeyalê Tirkiyê digire, ger gavek wiha ji aliyê Tirikiyê were avêtin wê têk biçe ji ber hemû gel li pişta QSD’ê ye”
Aldar Xelîl: Divê herkes ji bo avakirina Sûriya nû bixebite
Her wiha Xelîl ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk piralî bang li hêzên Demokratîk li Sûriyê kir ku raste rêjîma Beas rûxiyaye lê şoreş heta niha jî berdewam e ji ber vê yekê jî divê hemû siyasetmedar û kesayetên serbixwe yê ji bo pêşeroja Sûriyê dixebixtin yek dest bin.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yektiya Demokratîk PYD’ê Aldar Xelîl di dawiyê de balkişand ser danûstandinên Rêvberiya Xweser û Hikûmeta veguhêz ya Şamê û got,
Aldar Xelîl: Gelek civîn bi hikumeta veguhêz re hatin lidarxistin
”Gelek civîn bi hikûmeta veguhêz ya Şamê re hat li dar xistin lê heta vê kêliyê hikûmeta Şamê ji bo xwe ji erkê niştîmanî û avakirina Sûriyê piralî çivan dide xwe, di hemû civînên ku hatin lidarxistin gelek soz ji aliyê wan ve dihatin dayîn lê dema ku civîn bi dawî dibûn ew soz li şûna xwe diman, bi vî rengî diyare kî ji bo danûstandinan amade ye.”



