Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî hevdîtina bi Rêberê Apo re kirin, ji Îmraliyê vegeriyan.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê mediya civakî peyamek da û got:
“Ji parêzerên buroya me Parêzer Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahîm Bîlmez bi Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Mahmût Yamalak û Birzê Ergîn atabey yên li Girava Îmralî tên ragirtin îro “15’ê Îlona 2025’an” hevdîtineke ya parêzeran pêk aniye.”
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol, di hevdîtina 27’ê Sibatê ya bi Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re de cih girt.
Hêjayî bibîrxstinê ku herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal di 7’ê Tebaxa 2019’an de li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn.



