Bi boneya salvegera 3. şehîdbûna Jîna Emînî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Geliyê Kersê, li Baxçeyê Serok Apo daxuyaniyek da.
TAJÊ’ê da zanîn ku ew ê bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna xwe mezintir bikin.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ, Rîham Hico ve hat xwendin.
Rîham Hico di serî de Jîna Emînî bibîr anî û şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahî jinan pîroz kir.
Berdevka TAJÊ, Rîham Hico, bal kişand ser armanca kuştina Jîna Emînî û got:
“Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê sînorên Îranê û Rojhilata Navîn derbaz kirin.
Ji Kurdistanê belavî Rojhilata Navîn û cîhanê bûn.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Rejîma Îranê ji têkoşîn û hêza jinê ditirse, lê nizanibû ku wê mûyekê porê Jîna Emînî bibe sedema yekîtiyeke mezin û dengekî bilind.



