Komîsyona Lêpîrsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbuyî ragihand ku Îsraîl li Xezayê qirkirinê pêk tîne.
Komîsyonê banga bi dawîkirina qirkirinê û daxwaza cezakirina sûcdaran li civata navnetewî kir.
Komîserê Giştî yê UNRWA jî ragihand ku Îsraîlê 10 avahiyên wan bombebaran kirine û banga agirbesta lezgîn kir.
Şerê li Xezayê yek ji rojevên sereke yên cîhanê ye.
Komîsyona Lêpîrsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbuyî-NY têkildarî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê raporeke 72 rûpel amade kir.
Komîsyon ya ku ji aliyê Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbuyî ve hate erkdar kirin di raporê de bal kişande li ser sûcên Îsraîlê yên ku li Xezayê pêk tîne.
Di raporê de tê diyarkirin ku Îsraîlê li Xezayê qirkirin pêk anîye û Serokkomar Herzog û Serokwezîr Netanyahû jî navê de rayedarên asta jor yên dewletê bi teşwîqkirina qirkirinê tên tawanbarkirin.
Her wiha di raporê de banga bi dawîkirina qirkirinê û daxwaza cezakirina sûcdaran li civata navnetewî tê kirin.
Lazzarînî: Îsraîlê li Xezayê 10 avahiyên Unrwa bombebaran kir
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkariya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbuyî (UNRWA) فيليب لازاريني Fhilippe Lazzarînî derbarê êrişên Îsraîlê de daxuyanî da.
Lazzarînî diyar kir Îsraîlê di nava çar şevên dawiyê de 10 avahiyên ajansê ya li Şerîda Xezayê bombebaran kirin.
Hate diyarkirin ev avahiyên ku hatin bombebarankirin bi hezaran kesên ku ji ber şer cih û warên xwe terikandibûn weke stargeh bikardianîn.
Her wiha Lazzarînî dibêje ji ber dijwarbûna êrişên ezmanî li Xezayê û Şerîda Xezayê cihekî bi ewle nemaye û jiyana ti kesî di bin ewlehiyê de nîne û banga agirbesta lezgîn kir.
Rubîo: Ji bo ku Hamas peymana agirbestê qebûl bike dem kêm maye
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rûbîo jî diyar kir ji bo qebûlkirina peymana agirbestê dema Hamasê kêm maye.
Rûbio dema ji Îsraîlê ber bi Qeterê ve bi rê ket bersiva pirsên rojnamevanan da û wiha got,
“Îsraîlîyan li Xezayê dest bi operasyonê kirin. Ji ber vê, ji bo ku peymanek pêk were dem gelek kêm maye. Êdî ne meh, çend roj an jî çend hefte maye.
Vebijêrka me ya pêşîn divê Hamas bibêje, “Em ê çekan teslîm bikin û êdî nebin gef”, bi vê yekê krîz bi dawî bibe.
Wezareta karên derve ya Filistînê banga rawestandina êrişên Îsraîlê kir
Wezareta Karên Derve ya Filistînê jî derbarê êrişên Îsraîlê de daxuyanî da.
Wezaretê ji bo rawestina êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê, parastina sivîlan, berdana dîlgirtiyan û derbaskirina alîkariyên mirovî, bang li civata navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bike.
Wezaretê diyar kir Îsraîl êrişî sivîlan dike û Xezayê vediguherîne goreke komî û neçar dike ku nêzî milyonek Filistînî koçber bibin.



