Li Şamê derbarê Siwêda civînek 3 alî di navbera Sûrî, Amerîka û Urdunê pêk hat.
Aliyan di civînê de teqezî li ser yekrêziya Sûriyê û aramiya wê li hev kirin.
Vi sibê wezîrê karê derve yê hikumeta veguhêz a li Sûriyê Esed El-Şîbanî hempêşiyê xwe yê Urdunî Eymen El-Sefedî û nûnerê teybet yê Amerîka li Sûriyê Tom Barrack pêşwazî kir.
Eymen Sefedî got ku Urdun piştgiriyê dide Sûriyê û ev pabendbûnek domdar e ji bo bidestxistina ewlehî û aramiya wê.
Sefedî diyar kir ku ew dixwazin sûriyê ji nû ve rabe û gavên pratîkî ber bi pêşerojek baş ji bo hemû Sûriyan dest pê bike.
Her wiha da zanîn ku ew hemû destwerdanên di karûbarên Sûriyê de qebûl nakin.
Wezîrê Urdunê tekez kir ku yekîtî û aramiya Sûriyê stûnek girîng a ewlehî û aramiya herêmî ye.
Dawiyê Wezîr Eymen El-Sefedî diyar kir ku têkçûn ne vebijarkek e, divê Sûriye bi ser bikeve û ewlehiya xwe bi dest bixe.
Paşê Esed El-Şîbanî jî got ku piştgirî û helwesta Urdunê hewldanên wan ji bo bidestxistina berjewendiyên Sûriyê temam dike.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê jî diyar kir ku “DYA ji bo ewlehî û aramiya Sûryê pabend e.



