Di van rojên dawî de li Parîsê dinavbera hikuemta veguhêz a li Sûriyê û Îsraîlê civînek hate lidarxistin.
Îsraîlê dibêje li beramberî vekişîna wê ji başûrê Sûriyê, divê Şam serweriya wê li Colanê nas bike.
Hikumeta veguhêz a Sûriyê jî xwest biryara 1974’an were aktîv kirin.
Di civîna her du aliyan ya li Parîsê, Şamê ev pêşinyara Îsraîlê red kir.
Hikumeta veguhêz a Sûriyê pêşinyar kir ku Îsraîlê ji başûrê Sûriyê vekişe û ji nû ve lihevkirina 1974’an were aktîv kirin.
Pêşniyara Sûriyê li ser vekişîna Îsraîlê ji axa Sûriyê û ji nûve aktîvkirina peymana 1974’an dizivire.
Washington hewl dide ku beriya Civîna Giştî ya NY peymaneke ewlehiyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de îmze bike.



