Karmendên saziyên hikumeta veguhêz ku vedigerin ser karê xwe, ji aliyê rayedarên hikumetê ve rastî atengiyan tên.
Karmendan diyar kir ku hikumet dixwaze wan neçar bike ku dev ji karê xwe berdin.
Li gorî karmendan, di hevdîtinên li gel wan de tên kirin, pirsa paşxaneya malbata wan dikin.
Bi taybet pirsa xizmên wan di artêşa berê de xebitîne yan jî di rêveberiyê de bûne, dikin.
Çend karmendan jî da zanîn ku hevjîn û xizmên hin “efseran” rastî bêrêziyê hatine.
Her wiha xwestine wan ji karên wan derxin û hin karên ne li gorî jêhatîbûna wan bidin wan.
Ev yek bûye sedema nerazîbûneke berfireh.
Karmendan ev kiryar wek keyfî bi nav kirin .
Karmendan xwest mekanîzmayên mijûlbûna bi karmendên vegeriyayî were sererastkirin û mafên wan ên qanûnî werin parastin.
Di meha Tebaxê de ajansa me 2 rapor li ser rewşa karmendan li Şamê weşandibûn.
Di raporan de zexta ku rêveberiyên hikumeta veguhêz li karmendan dikin hatibû aşkerakirin.



