Doh Serokê hikumeta Sûriya veguhêz Ehmed El Şeri bi serokê MIT’ê ya dewleta Tirk Ibrahim Kalin re civiya.
Di hevdîtinê de nakokî di naveroka hevdîtina Ehmed El Şeri û serokê MIT de derket.
Bi taybet di mijara peyamana10’ê Adarê û têkoşîna dijî DAIŞ’ê.
Seroketiya Sûriyê di vê çarçoveyê de ragihand:
Di hevdîtina Ehmed El Şeri bi Ibrahim Kalin de geşedanên herêmê û yên bi fermandariya QSD’ê re hatin nîqaşkirin.
Lê belê ajansa fermî ya dewleta Tirk ya ku xwe spartibû çavkaniyan destnîşan kir ku hevdîtin “ewlekarî” bû.
Her wiha diyar kir ku di hevdîtinê de pirsgirêkên dualî yên ewlekariyê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin.



