Rêxistina Bazirganiya Cîhanî di rapora xwe ya salane de diyar kir ku bi saya hişê çêkirî, bazirganiya cîhanî heta sala 2040’î dikare ji sedî 37 mezin bibe.
Her wiha di raporê de hişyarî tê dayîn ku ferqa di navbera dewlemend û xizan de dikare kûrtir bibe.
Derbarê pêşketina hişê çêkirî de li Cenevreyê raporek hat weşandin.
Rêxistina Bazirganiya Cîhanî texmîn dike ku hişê çêkirî wê bazirganiya mal û xizmetên cîhanî zindî bike.
Di raporê de, hate gotin ku eger welatên xizan jî vê teknolojiyê bi kar bînin, bi saya hişê çêkirî di bazirganiya cîhanî de heta sala 2040’î dikare ji sedî 37 mezinbûn were tomar kirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku bi teknolojiya hişê çêkirî, jixwe berhemhatiyê zêde bûye.
Li gorî vê yekê, hişê çêkirî di zincîrên peydakirinê de zelalî peyda dike, prosedurên gumrikê bixweber dibin û sepandina qaîdeyên tevlihev ji bo şirketan hêsantir dibe.
Rêxistina Bazirganiya Cîhanî texmîn dike ku mezinbûna herî zêde wê di xizmetên dîjîtal de be.
Li gorî hesabên Rêxistina Bazirganiya Cîhanî , di vê qadê de mezinbûneke zêde ya heta ji sedî 42 tê payîn.
Tê texmînkirin ku tevkariya hişê çêkirî di bazirganiya berhemên hilberandî de ji sedî 24, di îthalat û hinardekirina madeyên xav de jî ev tevkariya ji sedî 10 be.
Di raporê de, her wiha hate diyarkirin ku îthalat û hinardekirina madeyên xav û madeyên rêkûpêk ên ku ji bo hilberîna hişê çêkirî pêwîst in, di bazirganiya cîhanî de roleke girîng dilîzin.
Di sala 2023’yan de, nirxa bazirganiya di vê qadê de 2,3 milyar dolar bû.
HIŞYARIYA ‘NEWEKHEVÎ DIKARE KÛRTIR BIBE’ TÊ KIRIN
Her wiha di raporê de, Rêvebira Giştî ya Rêxistina Bazirganiya Cîhanî Ngozi Okonjo-Iweala bal kişand ser aliyên erênî yên hişê çêkirî, lê her wiha hişyarî da ku ferqa di navbera dewlemend û xizan de dikare kûrtir bibe.
Okonjo-Iweala hişyarî da ku eger tedbîrên siyasî neyên girtin û hevkariya navneteweyî neyê peydakirin, hişê çêkirî dikare wekhevî kûrtir bike, ne ku kêm bike.
Rêxistina Bazirganiya Cîhanî destnîşan kir ku binesaziya dîjîtal, teknolojiyê û personelên pispor hê jî li çend welatên ku asta dahata wan bilind e, kom bûne.



