Di semînereke bi sernavê “Nenavendî û pêşxistina rola jinan di avakirina Sûriyaya siberojê de” beşdaran destnîşan kir ku nenavendîtî tekane rêya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê ye. Her wiha dan zanîn ku pêwistî bi pêşxistina rola jinan heye.
Buroya Jinan a MSD’ê bi hevkariya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê semînerek bi sernavê “Nenavendîtî û rola jinan di avakirina Sûriya siberojê de” li dar xist. Semîner bi beşdarbûna endamên her du meclisan li Salona Zana ya Qamişloyê bi rê ve çû.
Semînerê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamên komîteya amadekar beşên semînerê diyar kirin.
Axiveran bal kişand ser sîstema nenavendî di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de û diyar kir ku nenavendîbûn xala herî girîng a ber bi pêkanîna edalat û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de ye.
Di nîqaşan de jî beşdarbûna jinan di hemû qadên jiyanê de û gavên di aliyên siyasî, leşkerî, civakî û çandî de ku ji aliyê jinan ve hatine avêtin, hatin bibîrxistin. Di nêrînan de sîstema nenavendî wek tekane rêya çareseriya aloziyê hate destnîşankirin.
Di dawiya semînerê de hate diyarkirina ku nêrîna nîştimanî û girîngiya beşdariya hemû beşên civakê, nemaze ya jinan, di avakirina Sûriyaya siberojê de, esasê demokrasî û pirrengiyê ye.



