Li ser deriyê sînorê di navbera El Difa El Xerbiya ya Filistînê û Urdunê de, du îsraîlî ji aliyê welatiyekî Urdunî hatin kuştin.
Hate ragihandin ku Welatiyekî Urdunî li deriyê sînor ê El Melêk Hisên,êrişeke çekdarî pêk hat.
Li ser mijarê desteya weşanê ya Îsraîlê ragihand ku 2 kes hatine kuştin, temenê yekî 20 sale û yê din 60 salin.
Desteyê destnîşan kir ku kesê êrişkar jî di dema bersiv dayîna êrişê de ji aliyê hêzên ewlehiya sînor hate kuştin.
Her wiha Saziya destwerdana lezgîn a Îsraîlê “Stêrka Dawûd a Sor” li ser mijarê got:
“Ji bo rizgarkirina jiyanê birîndaran me alîkarî pêşkêş kir.
Lê di dawiyê de em neçar man, wefatê wan ragihînin.”
Hêjayî gotin ku di Îlona 2024’an, li heman deriyê sînor ajokarekî Urdunî 3 Îsraîlî gulebaran kir, di encamê de hat kuştin, piştre ew jî hate kuştin.



