Li kantona Tebqayê turnûvaya Kişikê ya vekirî di roja duyemîn de bi dawî bû, di roja dawî de 3 lîstkvan hatin xelatkirin.
Turnûvaya Kişikê ji aliyê Meclisa Werzîşê û bi koordîneya Navenda Çand û Hunerê hatibû lidarxistin.
Bi armanca xurtkirina çalakiyên werzîşî, zihnî û pêşxistina behreyên werzîşvanan, ev turnuva pêk hat.
18 listîkvanên ku temenên wan cuda ne, tev li turnuvayê bûn.
Di roja yekemîn û duyemîn a turnûvayê de li gorî pergala Siwîsreyê lîstinin hat kirin.
Lîstikvan her roj, 4 ger dilîstin, dema her yekê 15 deqe bû.
Dûre pileyên wan hatin jimartin.
Piştî jimartina pileyan 3 lîstkvanên serkeftî hatin xelatkirin.



