Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ewê konferansek navneteweyî li ser kampa El-Hol dê 26’ê Îlonê, li kêleka civînên Civata Giştî ya NY li New Yorkê were lidarxistin.
Wezîra Koç û Koçberiyê, Îvan Faiq Cabro, bi daxuyaniyekê got:
Armanca konferansê piştgiriya navneteweyî ye û ji welatan dixwaze ku hemwelatiyên xwe ji kampê vekişînin da ku ji bo girtina dawî amade bibin.
Wê, diyar kir ku ew ê serokatiya komîteya entegrasyonê bike, ku ji pispor û hiqûqnasên wê pêk tê, da ku nexşerêyek berfireh amade bike, ji nû ve entegrekirinê pêş dixe û piştgirîya ewlehiya civakê û aramîya neteweyî dike.
Rêveberiya Xwser: Derbarê konferansa kampê em nehatine vexwendin
Çavkaniyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nûçegihanê me re eşkere kir ku derbarê konferansa kampa El-Holê ya li New Yorkê, wan tu vexwendin an jî agahdariyek wer-negirtiye.
https://www.facebook.com/photo/?fbid=1341406480937457&set=a.478264527251661&locale=ar_AR



