Sekreterê giştî yê Meclisa Qanûnî ya Ereb-Ermenî anî ziman ku federalî ji bo pêkhateyên Sûriyeyê şêwaza rêveberiyê ya herî guncaw e û got “Federalî dê aştiya navxweyî û yekparbûna xaka Sûriyeyê biparêze û di aliyê aborî de jî her herêmek dê yên din temam bike.”
Vahiye Mahşikiyan got: “Em sûriyeyî îro di rewşekê de ne ku ji ya berî vê aloziya li seranserî Sûriyeyê derketiye cûda ye. Aloziyê Sûriyeyî ji hev cuda kiriye û pêkhateyên wê ji hev dûr xistin. Di hin rewşan de, tevliheviyên mezhebî zêde bûne, di heman demê de nefret û dijminatî di nav gelek xelkê wê de zêde bûne.”
Vahiye Mahşikiyan bal kişand ser sedema sereke ya ku herêm xistiye nava çerxa şeran û got: “Ev hemû ji ber sorkirin û provokasyona mezhebî ye.
Tirkiyeyê rola sereke di çêkirina parçebûnê di nav gelê Sûriyeyê de lîstiye, bi vê yekê dixwaze rûmeta Osmaniyan û dagirkirina hin beşên axa Sûriyeyê vegerîne û herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî îlhaqî Tirkiyeyê ya dagirker bike.”
Mahşikiyan bandorên destwerdanên dewleta Tirk a dagirker di xaka Sûriyeyê de vegot û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk bi rêya artêş û endamên îstîxbarata xwe û bi rêya dovikên xwe û çeteyên terorîst ên çekdar ên tekfîrî yên biyanî yên kujer beşên mezin ji xaka Sûriyeyê dagir kirin û dest danî ser çavkaniyên dewletê.
Di encamê de rewşek nû derket holê ku dûrî taybetmendiyên pêkhateyên Sûriyeyê ye.”
Mahşikiyan diyar kir ku ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker parçebûna mezhebî, bi taybetî di desthilata nû de zêdetir bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Desthilata nû xwedî kareketêreke dûrxistin û tekfîrî ye, siyaseteke yekalî dimeşîne, pêkhateyên din ên civaka Sûriyeyê di rêvebirina kar û barên welat de red dike. Ji ber van nêzîkatiyan dibe ku pêkhate ji mafên xwe yên rewa ku di peyman û qanûnên navneteweyî de, bi taybetî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254’an a sala 2015’an hatine destnîşankirin, bêpar bimînin.
Her wiha xebat li gorî destûr û qanûnê hatine betalkirin, meclisa gel hat hilweşandin, destûr welat jî hat betalkirin. Ev jî bûn sedema yekdestdariya desthilatdariyê û ferzkirina desthilatdariya zordar.”
Mahşikiyan bal kişand ser girêdana hikumeta veguhêz bi desthilatdariya navendî ve û wiha axivî: “Di encama van nêzîkatiyan de komên di bin çavdêriya desthilata nû de operasyonên leşkerî yên hov li dijî parêzgehên rojava yên perava Sûriyeyê yên bi armanca qirkirina pêkhateya Elewî pêk anîn.
Piştre berê xwe dan parêzgeha Siwêdayê da da ku ’Benî Marûf” an ku Duriyzn qir bikin. Di encama herdu operasyonên leşkerî de bi deh hezaran Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Bi dehan bajar, gund, bajarok û mal hatin şewitandin.
Bi sedhezaran şênî hatin koçberkirin ku bi mercên zehmet re bêyî xwarin, bê av û bê cih rû bi rû ne.”
Mahşikiyan got, ji bo komkujiyên ku mîna yên li dijî Elewî û Durziyan li dijî pêkhateyên Sûriyeyê dûbare nebin divê biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an were pêkanîn û got li gorî vê biryarê, divê desthilat bikeve destê gelê, edaleta veguhêz, rêveberiya qanûn û aştiya navxweyî werin pêkanîn.
Vahiye Mahşikiyan sîstema federal wek alternatîfa rêveberiya ku hikumeta veguhêz li ser gel ferz kiriye pêşniyar kir û got: “Federalî dê aştiya navxweyî ya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê ya resen de biparêze, her wiha dê yekparbûna xaka Sûriyeyê mîsoger bike û di aliyê aborî de jî her herêmek dê bi awayekî adilane herêmên din temam bike.”



