Li Dêr Hafirê di navbera QSD û çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê şer derket.
QSD’ê eşkere kir ku 2 dronên çekdarên êrişî xaleke wan kirin, lê tu zirar negihaşt şervanên wan.
QSD’ê da zanîn ku wan jî bersiva çekdaran da û gelek ji wan birîndar kirin.
QSD’ê got ewê berisva êrişan bidin û nehêlin tu kes hewl bide derbê li aramiya herêmê bixe.
Navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser mijarê daxuyanî da.
QSD: Dronên çekdarên Hikumeta Veguhêz li Dêr Hafirê êrişî xaleke me kir
QSD’ê da zanîn ku çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê bi 2 dorên êrişî xaleke wan li Dêr Hafirê kirin.
QSD’ê eşkere kir ku di êrişa bi dornana de, tu zirar bi şervanên wan nehatine.
QSD: Me yekser bersiva êrişê da û gelek çekdar birîndar bûn
Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa bi dijwarî bersiva çekdaran da û gelek ji wan birîndar bûn.
Di dawiyê de QSD’ê eşkere ew ê bi tundî berisva êrişan bidin û rê nedin ku tu kes derbê li aramiya herêmê bixin.



