Koordînasyona Kongra Star komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê bi tundî şermezar kir û got: “Em ê teqez hesab bixwazin.”
Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh êvarî li gundê Um El Tîna yê Dêr Hafirê komkujiyek kir. Di encamê de piranî jin, 7 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.
Koordînasyona Kongra Star der barê komkujiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de komkujî bi tundî hat şermezarkirin, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku demeke dirêj e çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişên bi vî rengî li dijî sivîlan pêk tîne û hate gotin “Di demek wiha de ku em ji bo yekitiya gelên Sûriyeyê tê dikoşin û ji bo aramî û demokratîkbûna Sûriyeyê xebatên girîng dimeşînin, êrişên bi vî rengî dijminatiya aramiya gelan nîşan dide. ”
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku komkujî di heman roja Konferansa Hevgirtina Jinên Sûriyeyî pêk hat ku li Hesekê hatibû lidarxistin û wiha domand: “Komkujiya ku di encama wê de piranî jin hatin qetilkirin, hewldanek ji bo têkbirina yekitiya gelan û jinên Sûriyeyî bû.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevahiya raya giştî dizane û dibîne ku ev demeke dirêje hewldanên gelên Sûriyeyê ji bo avakkirina jiyaneke demokratîk û aram têne kirin. Hate gotin “Di vê çerçeveyê de jî gelek hevdîtin, diyalog û kombûn tên çêkirin. Lew ra jî êrişên bi vî rengî yên hikumeta veguhez dide nîşandan ku hemû hewldanên rêveberiya Şamê ew e ku van diyalog û hewldanên çareserkirinê bi şer pêşwazî bike. ”
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin ku hesabê komkujiyê bide û divê sûcdar werin darizandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Em wekî Rêxistina Kongra Star em ê hesabê vê komkujiyê teqez bixwazin, nemaze ku jin û zarok bûne qurbanî. Bila herkes bizanibe ku hêza yekgirtî ya jinan wê rê nede êrişên bi vî rengî û wê rê nede ku êrişkdar ji ceza bimînin. Em ê her deverê bikin cihê têkoşîn û hevgirtina jinên Sûriyeyî.”
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinên Sûriyeyî hat kirin ku li hemberê pergala serdest a cihadîst têkoşîna xwe mezintir bikin û hevgirtina xwe xurttir bike. Bang li hemû gelên Sûriyeyê jî hat kirin ku li hemberê van êrişan rabin û li hemberî zihniyeta dijmina hevgirtina gelan bertek nîşand bidin. Dîsa bang li raya giştî hat kirin ku bêdengmayîna li hemberî êrişên li ser sivîlan tevkariya sûcê ye.”



