Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû diyar kir pêkanîna aştiyê li gel Sûriye û Libnanê pêkan e.
Netanyahû dibêje di demên dawiyê de, şerê ku di navbara Îsraîl û Hizbûlahê de pêk hat, pêşî li aştiya bi Sûriye û Libnanê re vekir.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû îro beriya civîna hikumetê daxuyanî da got,
“Serketinên ku me li dijî Hizbûllahê bi dest xist, beriya operasyonên me yên vê dawiyê derfetên mezin afirand.
Derfeta aştiyê ya li gel cîranên me yên bakur heye.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir danûstandinên wan yên bi Sûriyê re didome û dibêje, “Pêşketin heye, lê ev ne tişteke ku hema pêk were.”
Hefteya derbasbuyî rêveberên hikumeta veguhêz ya Sûriyê jî ragihandin ku di mijara lihevkirina ewlekariyê ya di navbera wan û Îsraîlê de pêşketinên girîng hene.



