Li Siwêdayê piştî xwepêşandanên xwendekar û mamosteyan ên bi daxwaza çareseriya lezgîn ji bo ezmûnên dibistanên amadehiyê, komîteyeke taybet ji bo perwedeya bilind hate avakirin.
Li ber avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya parêzgeha Siwêdayê ev çend roj e xwepêşandan têne lidarxistin.
Xwpêşandan ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve bi rê ve diçin.
Xwendekaran metirsiya xwe têkildarî rawestandina ezmûnan û proseya xwendinê anî ziman.
Komîteya Qanûnî di hevdîtina li gel nûnerên xwepêşanderan de destnîşan kir ku ew ê xwestekên xwendekaran bigihînin rêxistinên navneteweyî û got:
Hikûmeta veguhêz lidarxistina ezmûnan asteng dikin.
Di heman demê de avakirina komîteya taybet ji bo perwedeya bilind hate ragihandin.
Ev komîte dê ji bo parastina xwendekaran di zanîngehan de û pêşxistina zanîngehên parêzgehê bixebite.
Her wiha dê xebatên dabînkirina piştgiriya darayî bike.
Li gorî çavkaniyên di saziyên perwerdeyê de, Gerînendetiya Perwedeyê dema lidarxistina ezmûnan lêkolîn dike.
Tê payîn di demeke nêzîk de ezmûna asta amedehî bêyî erêkirina hikumeta veguhêz a Sûriyê li dar bixin.



