Li bazareke bajarê Antalya yê Tirkiyê teqînek rû da, di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Desthilatê ragihand ku ji bo diyarkirina sedema teqînê lêpirsîn berdewam e.
Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê ragihandin ku li devera Dimre ya Antalyayê teqînekê rû da, di encamê de gelek kes birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.
Li gorî çavkaniyan, Şaredarê Dimre Fehrî Duran got: “Yek jiyana xwe ji dest daye û 3 birîndar bûne. Lê sedema teqînê hîna nedaiyr e.”
Her wiha seroka Komeleya Brokerên Cimlefirşoan Neferat Akacan diyar kir ku bûyer di dema guheztina kar de çêbûye, sedema wê hîn ne diyar e. Hewldan berdewam dikin ji bo diyarkirina sedema wê, rapor nîşan didin ku di teqînê de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Teqîn li bazareke firotina cimleyê li devera Dimire pêk hat. Li gorî rayedarên herêmî sedema wê hîn nayê zanîn. Tîmên bijîşkî û rizgarkirinê, digel tîmên lêpirsînê yên taybet, ji bo destpêkirina lêkolînan ji bo diyarkirina sedema teqînê, şandine cihê bûyerê.



