Duh Polîsên Fransayê Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd û hin malên taybet ên li bajarê Draguignan yê Fransayê serdegirtin kirin ku 4 kes binçavkirin.
Li ser yekê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn xwe li hember vê yekê mîşan da.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di dema serdegirtinê de sê kes hatin binçavkirin, ji bo îfadeyê jî bang li sê kesan hate kirin û got:
“Ev kiryar li nirxên demokratîk nayên, ji aliyê pîvanên hiqûqa hemdem ve dibe sedema fikarên cidî.
Ev hewldanên ji bo krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan ne tê fêhmkirin ne jî tê qebûlkirin.
Ev rêbazên ku dem bi dem li welatên cuda yên Ewropayê bi taybetî jî li Fransayê dikevin rojevê, ji aliyê civaka Kurd ve ji nêz ve têne şopandin.
KCDK-E: Ti destwerdan nikare têkoşîna gelê Kurd asteng bike
Têkoşîn û mafên demokratîk ên gelê Kurd nikarin bêne astengkirin; ti destwerdan wê nikaribe gelê me ji daxwazên wan ên mafdar vegerîne.”
Her wiha KCDK-E’yê bang li polîs û rayedarên Fransayê kir ku dest ji van kiryarên antî-demokratîk berde.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurdistaniyên li Draguignanê دراغينيان bi xwedîderketina li saziyên xwe bersiv dan banga KCDK-E’yê û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dan.


