Hêzên Ewlekariya hundirîn li Kantona Firatê belavkarekî madeyên hişbir û çekan girt.
Ev bazirgan li Eyn Îsayê îro piştî wergirtina agahiyên li ser wî hat girtin.
Di dema serdegirtina ser mala gumanbar de, 54 gram madeyên hişbir, çek, bombeyên destan û 200 dolar pere hatine desteserkirin.
Bazirgan tevî madeyên pê re, ji dadweriyê re hat şandin.



