Ambargoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser parêzgeha Siwêdayê dewam dike.
Ji ber kêmbûna ard duh tevahî firneyên bajar, gund û bajarokên girêdayî wê nexebitîn.
Duh li bajarên Siwêda, Şehba û Selxed nan li firneyan nehate belavkirin.
Di vê rewşa aloz de şêniyên herêmê diyar kir ku 2 barhilgirên 120 ton ard tê de bû, gihaştin parêzgehê.
Her du barhilgiran berê xwe da Siwêda û Selxedê.
Nehate zanîn ka dê barên din jî derbasî parêzgehê bibin yan na.
Şêniyên Siwêdayê aloziya nan bi biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya qutkirina genim ve girê didin.
Hate gotin ji meha Tîrmehê ve hikumeta veguhêz genim ji ser Siwêdayê qut kiriye.
Ev bû sedema firneyên herêmê pir kêm bixebitin. Hin ji wan bi temamî rawestiyane. J
Tê gotin rojane li Siwêda û gundên wê zêdetirî 120 ton ard tê xerckirin.
Li aliyê din pispor û çavdêr diyar dikin ku metirsî heye ku ewlekariya xwarinê li Siwêdayê bikeve xetereyê.



