Wezareta Parastinê ya Tirkiyê dîsa gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.
Wezareta Tirk êrişên komên çekdar yên hikumeta veguhêz ji nedîtî ve hat û careke din îdia kir ku QSD li gorî Peymana 10’ê Adarê tevnagere.
Di daxuyaniya wezareta Tirk de hate diyarkirin ku pêwendiyên di navbera Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê de bi baldarî û hesasiyet tên şopandin.
Wezaretê êrişên komên hikumeta veguhêz yên li Dêr Hafirên ên dijî QSD’ê û kuştina sivîlan jî berevajî kir û îdia kir ku QSD’ê li Helebê û Minbicê êriş kirine.
Her Wiha Wezaretê careke din îdia kir ku QSD li gorî Peymana 10’ê Adarê tevnagere û gefê li aştî û aramiya herêmê dixwe.
Hate diyarkirin Tirkiye bi bîryar e ku di çarçoveya yek dewlet, yek artêş de piştgiriya rêveberiya Şamê bike.



