Peymangha Vejîn û bi alîkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Şevbuhêrka Hunerî ya 5`emîn a li bajarê Kobanê li dar xist.
Peymangeha Vejîn bi alîkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Şevbuhêrka Hunerî ya 5`emîn bi dirûşma “Awazên aşitiya dilan, hestên hûnandî yên gelan” li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi amadebûna bi malbatên xwendekaran, li dar xist.
Di şevbuhêrkê de nêzî 80 xwendekarên peymangehê beşdar bûn.
Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, dûre mamosteyê mûzîkê yê Navenda Çand û Huner ya Baqî Xido ya kantona Firatê Ferhad Elûş bi xêrhatina hemû kesên hazir kir û 5`emîn Şevguhêrka Hunerê li malbatên xwendekaran û mamosteyan pîroz kir.
Elûş diyar kir ku berxwedana gelê welatparêz û şervanên di çeperên şer de, encama va ye û wiha got: “Dijmin her tim êrişî çand û hunera me kirine, lê divê em hîna zêdetir bi çanda xwe ve werin girêdan û xwe di aliyê hunera xwe de dewlemendtir bikin. Dema ku em çanda xwe biparêzin wê demê tu kes nikare çanda me winda bike. Em ê her tim çand û hunera xwe biparêzin û girêdana xwe bi hunerê xwe re xurtir bikin.”
Piştî axaftinê komên hunerî berhemên xwe pêşandan.



