Jiyan û xebata kesên ku li bajarê Qamişlo di xebatên huner, xizmetguzarî, ewlekarî û perwerdeyê de cih digirin, lê nayên dîtin, dibe belgefîlm û pirtûk.
Navenda Yekpar ya ku xebatên çand û hunerê dimeşîne, bi desteka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê der barê 11 kesên ku li bajarê Qamişlo di xebatên huner, xizmetguzarî, ewlekarî û perwerdeyê de cih digirin, lê nayên dîtin, xebatek da destpêkirin.
Xebata bi navê “Rêzdariya keda bê deng” 7`ê Tîrmeh (2025) hatiye destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê de 11 kesên hatine diyarkirin, bi navê “Destên Terikî” hatine xelatkirin.
Li gorî plansaziya hatiye derxistin, li ser jiyana heman kesan, karên wan ên rojane, daxwaz, nerîn û xeyalên wan de, belgefîlmeke bi navê “Destên Terikî” tê amadekirin.
Endamê Rêveberiya Navenda Yekpar, Derhêner û Sîneristê belgefîlmê Beyar Dîno da zanîn ku xebata belgefîlmê dewam dike, wê di rojên pêş de temam bibe.
Beyar Dîno anî ziman ku ew plan dikin ku belgefîlmê bigihînin 5`emîn Mîhrîcana Fîlman a Naventeweyî ya Rojava ya ku dê 13`ê Mijdarê were lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku Beyar Dîno dane piştî belgefîlmê wê pirtûka jiyana van 11 kesan jî bê amadekirin.
Navenda Yek Par sala 2023`yan hatiye vekirin, xebatên hunerî yên fêrkirina şano, muzîk, govend, foto, montaj û pêkanîna çalakiyên hunerî li herêmê dimeşîne.



