Tuesday 2026/06/23
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Artêşa Îsraîlê li Xezayê zêdetirî 140 êrîşên asmanî kirin

September 26, 2025
in ROJHILETA NAVÎN
A A
Hemas li ser rapora Washington post: Xeza ne ya firotinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Artêşa Îsraîlê li Xezayê zêdetirî 140 êrişên asmanî kirin.
Her wiha Hemasê dibêje Îsraîl li Şerîa Rojava gelek kesan binçav kir.

Artêşa Îsraîlê ji bo dagirkirina bajarê Xezayê êrîşeke bejahî destpê kir û bombebaranên asmanî yên li herêmê jî zêde kir.

Artêşa Îsraîlê, li hember birçîbûnê û êrîşan, Filistînîyên ku li bajarê Xezayê dimînin bi qetlîaman neçar dike ku ber bi başûrê ve koç bikin.

Tevî van êrîşan, bi sedhezaran Filistînî li bajarê Xezayê dimînin.

Ji bilî bajarê Xezayê, êrîşên Îsraîlê li navend û başûrê Şerîda Xezayê jî berdewam dikin.

Ji aliyê din ve, di daxuyaniyeke nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de zêdetirî 140 êrîşên asmanî li Şerîda Xezayê kirine.

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’yan û vir ve li Şerîda Xezayê hatine kirin de herî kêm 65 hezar û 502 kes hatine kuştin, 167 hezar û 376 kes jî birîndar bûn.

Li Xezayê axaftina netanyahu ya li NY’yê wê bi Filîstiniyan bidin guhdarkirin

Her wiha li gorî nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hatine weşandin, Ofîsa Serokwezîriyê ji artêşa Îsraîlê xwestiye ku li Şerîda Xezayê hoparlor werin danîn.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê û Ofîsa Serokwezîriyê pirsên li ser vê mijarê bersiv nedane, lê axaftina Netanyahuyê li Neteweyên Yekbûyî wê bi hoparloran ku li gelek deveran bên danîn ji Filistînîyên li Xezayê re bê guhdarkirin.

Hat destnîşankirin ku hêzên bejahî yên li Xezayê li deverên dûrî herêmên Filistînîyan lê dijîn hatine bicîhkirin, lê ji bo danîna hoparlaran neçar in nêzî van herêman bibin.

Tê payîn ku Netanyahu îro saet 4 ê piştî nivro li Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.

Hamas: Binçavkirina Filistînîyan ji aliyê Îsraîlê ve tevliheviya wan nîşan dide

Li aliyê din li gorî daxuyaniya li ser hesabê Telegramê yê Hamasê, rêveberê Hamasê Ebdurrahman Şedîd derbarê binçavkirina gelek Filistînîyan, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li Nablusê daxuyaniyek da.

Ebdurrahman Şedîd got:

“Hêzên dagirker ên Îsraîlê vê sibehê li Nablusê û deverên cuda yên Şerîa Rojava bi giranî û bi awayekî hovane binçavkirinên xwe zêde kirin, ev yek panîk û tevliheviya dagirkeran nîşan dide.”

Şedîd, bi bîrxist ku Îsraîlê gelek kes, di nav wan de rojnamevan, akademîsyen û siyasî binçav kirine, diyar kir ku ev yek polîtîkaya zexta sîstematîk a Îsraîlê ya ji bo şikandina îradeya Filistînîyan û qelskirina avahiya civakî eşkere dike.

Artêşa Îsraîlê, vê sibehê di êrîşeke li bajarê Nablusê û derdora wê de, 22 Filistînî, di nav wan de 2 rojnamevan, binçav kiribûn.

Artêşa Îsraîlê hişyariya êrîşê da rojavayê Xezayê

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, beriya êrîşê, di peyamekî de li ser platforma medyaya civakî ya X’ê, hişyariya valakirina çend deverên bajarê Xezayê da.

Adraee ragihand ku ew ê êrîşî Bendera Xezayê û avahiyek li taxa Rîmal a rojavayê bajêr bikin û ji Filistîniyan xwest ku herêmê vala bikin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê bang li Filistîniyan kir ku ber bi herêma Mawasî ya li başûrê Şerîda Xezayê ve biçin.

Previous Post

Mark Rutte: Nato nikare bi moşekên biha dronan bixe

Next Post

Trump: Ez ê destûrê nedim ku Îsraîl şerîa rojava dagir bike

Weşana girêdayî

Amerîka dorpêça li ser petrola Îranê ji bo 2 mehan rakir
ROJHILETA NAVÎN

Amerîka dorpêça li ser petrola Îranê ji bo 2 mehan rakir

Serokomarê Libnanê: tu kes nikare li ser navê me danûstandinan bike
ROJHILETA NAVÎN

Serokomarê Libnanê: tu kes nikare li ser navê me danûstandinan bike

Gera destpêkê ya danûstandinên DYA û Îranêbi dawî bû
CÎHAN

Gera destpêkê ya danûstandinên DYA û Îranêbi dawî bû

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye