Di çarçoveya hewlên xweparastinê de, bi dehan jinên ji bajarê Siwêdayê refên xwe bi rêxistin dikin û li ser çekên sivik perwerde dibin.
Li gorî agahiyên nûçegihana me ji Siwêdayê dane, li gelek bajarokên Siwêdayê yên wekî El Milih ê li rojhilatê bajêr, jinan dest bi perwerdeyên li ser çekên sivik kiriye.
Li gorî jinên perwerdeyê dibînin, armanc ji perwerdekirinê di komîteyên parastina gel de li hember her pêşketinên leşkerî yên li dijî herêmê de xwe biparêzin, nehêlin qetilkirin û revandin çêbin, trajediya Siwêdayê û gundewarê wê ya di Tîrmeha 2025ˊan de dubare nebin û li gorî pêdiviya qonaxê xwe perwerde bikin. Lê nehat misogerkirin ku ev perwerde di çarçoveya avakirina sazûmaniyekê yan jî birêxistinkirineke leşkerî ya jinan de pêk tê.
Çavdêrên kar û barên Sûriyeyê, ji nav jî çalakgerên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ev gaveke rast e û ew li ser rêya jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşin; jinên ku hêzên xwe yên taybet bi parastina jinan di 4ˊê Nîsana 2012ˊyan bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kir.
Di Tîrmeha îsal de di navbera hêzên hikumeta veguhêz a sûriyeyê û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Durzî de pevçûn û şerek derketin. Di encamê de zêdetirî 2 hezar kes hatin kuştin, bi sedan kes ku piranî jin bûn, hatin revandin.
Siwêda û gundewarê wê êşa ambargoya ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin, dikişînin. Hêzên hikumetê ketin û derketina ji bajêr qedexe kiriye, ard, bazirganî û para herêmê ji pere, sotemenî û alîkariyên mirovî qut kiriye.



