Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nasnameyên 7 şervanên xwe yên ku di dema pêkanîna erkên xwe de di şert û mercên cûda de şehîd bûne eşkere kirin û careke din soz da ku tola wan hilîne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanan ragihandin. Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye:
‘’7 şervanên me şehîd bûn, 5 ji wan di encama êrişa tirsonak a şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn. Her wiha şervanekî din di berxwedana li hember êrişên komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li dijî Dêr Hafirê şehîd bûye. Şervanekî din jî ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Em sersaxiyê ji malbata her 7 şehîdan û hemû malbatên şehîdan dixwazin, em careke din soz didin ku tola wan hilînin. Hesabê ji kujeran bipirsin, herêm û cîhanê ji xirabiya wan xilas bikin.
Nasnameya 7 şehîdan wiha ne:

Nasnav: Reşo
Nav û paşnav: Husam Elî El Ebdulah
Navê dê: Zehra
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Behra – 25`ê Îlona 2025

Nasnav: Rustem
Nav û paşnav: Damên Hesen El Damên
Navê dê: Sûriya
Navê bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Keleha El Hadî ya rojhilat
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Behra – 25`ê Îlona 2025

Nasnav: Şiyar
Nav û paşnav: Ebdulselam Hemed El Nasir
Navê dê: Cewhera
Navê bav: Hemed
Cihê jidayikbûnê: Til Koçer
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Behra – 25`ê Îlona 2025

Nasnav: Zagros
Nav û paşnav: Îmad Emîn Ebûd
Navê dê: Zozan
Navê bav: Emîn
Cihê jidayikbûnê: Til Eswed
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Behra – 25`ê Îlona 2025

Nasnav: Zagros
Nav û paşnav: Mecid Nayif Hiwêca
Navê dê: Meha
Navê bav: Nayif
Cihê jidayikbûnê: Til Koçer
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – El Behera – 25`ê Îlona 2025

Nasnav: Deştî Amanos
Nav û paşnav: Mistefa Yûsif Henan
Navê dê: Fetihiya
Navê bav: Yûsif
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo – nexweşî– 25`ê Îlona 2025

Nasnav: Çavşîn Hesekê
Nav û paşnav: Nayif Mihemed Dîb El Nayif
Navê dê: Ferîda
Navê bav: Mihemed Dîb
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir – 23`yê Îlona 2025”



