Endamê Yekîtiya Nivîksarên Ereb a Sûriyê Mihemed Ebdulbaqî behsa netemsîlbûna hemû aliyên Sûriyê di Kongreya Niştîmanî ya Sûriyê kir.
Mihemed Ebdulbaqî diyar kir ku pêwistiya gelê Sûriyê bi projeyeke nîştimanî ya nûnertiya nêrîn û hêviya hemû aliyan dike, heye û got: ”Heger em behsa avakirina Sûriya pireng û demokratîk bikin û dewletke hemwelatîbûyînê bikin, divê em kesî dûr nexin”.
Di meha Sibata 2025’an de, “Kongreya Nîştimanî ya Sûriyê” ya hikumeta veguhêz a Sûrî pêk hat.
Ev kongr nikarîbû hemû gelê Sûriyê kom bike û hêzên siyasî û leşkerî yên herî çalak di Sûriyê de jê hatin dûrxistin.
Wekî nimûne, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûriyê, QSD, nûnerên Durzî û Elewiyan dûr man.
Têkildarî mijarê endamê Yekitiya Nivîskarên Ereb a Sûriyê Mihemed Ebdulbaqî axivî.
Mihemed Ebdulbaqî diyar kir ku pirsgirêkek bingehîn di desthilata Sûriyê de heye û wiha anî ziman:
Hikumeta veguhêz bi nêrîna ‘ên bi ser ketin, biryarê didin’ difikirin.
Wiha jî nêzî hemû mijaran dibin. Civaka Sûriyê pireng e.
Ne mumkine pêkhateyek were dûrxistin û yê din nêzîkî xwe bike.
Ev nêrîn dûrî danûstendina giştî ya pêwistiya hemû gelê Sûriyê pê heye, dikeve.
”Kongre nûnertiya gelê Sûriyê nake”
Mihemed Ebdulbaqî da zanîn ku dema we behsa “kongreya nîştimanî” dikin ev tê wateya hemû pêkhateyên Sûriyê digire nava xwe û wiha dom kir:
Ji bo kongreyeke nîştimanî be û hemûyan bibîne, pêwiste tu alî neyên dûrxistin.
Ji bo pêkanîna Sûriyaya nû divê her kes xwe tê de bibîne.
Dema desthildariyê pêkhateyên behsa mijarê dûr xist, kongre nûnertiya hemû gelê Sûriyê nake.
Ev tê wate kongreya wan rewatiya xwe winda kiriye.
”Pêwistî bi kongreyeke giştî heye”
Ebdulbaqî destnîşan kir ku pêwistiya gelê Sûriyê bi kongreyeke giştî heye û dibêje:
Heger em behsa avakirina Sûriya pireng û demokratîk bikin. Heger em behsa dewletke hemwelatîbûyînê bikin, divê em kesî dûr nexin.
Berûvajî divê hemû pêkhate di proseya avakirinê de hebin. Bi xwe nûnertiya xwe Bêjin.
Wiha da em karibin wateya rast bidin Kongre nîştimanî ya nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê dike.
”Edaleta veguhêz bingeha çareseriyê ye”
Mihemed Ebdulbaqî li ser riya çareseriyê wiha anî ziman:
Gava yekem divê rêgeza edaleta veguhêz aktîf bibe.
Wê demê divê em bi nêrîna koman û mejiyê tolhildanê li hev meyze nekin. Divê em bi nêrîna dewletê tevbigerin.
Bi vê wateyê em ê gavên bingehîn ên li ser esasê jêrzemîna sereke ya ber bi pêkanîna edaleta veghêz ve bavêjin. Paşê em ê gavên sereke ber bi danûstendina nîştimanî ya rast ve bavêjin.
Ev dê bibe misogeriya hesabdarî û çêkirina baweriya di navbera aliyan de.



