Piştî piranî firneyên li bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hatin girtin krîza dijwar a nan derketiye.
Ev krîz ji ber kêmbûna ard derket. Çeteyan jî ev yek derfet girt û nan biha dikin.
Çavkaniyên herêmî ji bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, ragihand ku ev 3 roj e piraniya firneyên bajêr ji ber kêmbûna ard hatine girtin. Ji ber vê yekê krîzek nan a dijwar çêbûye.
Çavkaniyan diyar kir ku çete ev yek derfet girtin û nan biha kirin. Bihayê tûrê nan ê ji 10 nanan pêk tê gihaye 12 hezar lîreyên Sûriyeyê. Beriya niha bihayê tûrê nan tenê bi 4 hezar lîreyên Sûriyeyê dihat firotin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî sala 2019’an dema dewleta Tirk bajarê Girê Spî dagir kir ard ji aliyê çeteyan ve bûye çavkaniya bazirganî û keysbaziyê. Ew bi bihayên zêde difroşin welatiyan. Ji ber wê jî bihayê nan gelekî zêde dibe û krîzeke dijwar di nav welatiyan de tê jiyîn.



