Şêniyên Til Koçerê sersaxî dan malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehîd Zagros û diyar kirin ku fedekariyên şehîdan dê bibin çira ku rêya gelan ber bi siberojeke demokratîk a azad ve bibe û ronî bike.
Bi dehan şêniyên bajarê Til Koçerê û bajarokên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, îro sersaxî dan malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Zagros (Mecid Nayif Hiwêca).
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mekseb El Seyah axivî û diyar kir ku şehîd mertala parastina civakan e û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin.
Qeyser Zagros li ser navê QSD`ê axivî û da zanîn ku şehîd Zagros ji bo parastina ax û gelê xwe li eniyên pêş, şer kir heta ku şehîd bû. Qeyser soza berdewamkirina rêya şehîdan da.
Endamê Meclîsa Bajarê Til Koçerê, Salih El Kino destnîşan kir ku xwîna şehîdan civakên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê kiriye yek û bingehên biratiyê di navbera Kurd, Ereb û Suryaniyan de xurt kiriye.
El Kino da zanîn ku hewldanên ji bo derxistina nakokiyan dê li hember vê yekitîyê bi ser nekevin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cîhad El Mihemed diyar kir ku şehîd stûnên neteweyê ne û wiha domand: “Tenê bi rêya parastina destkeftiyên ku bi dest xistine, em ê dilsozê şehîdan bin.”
Endama Kongra Starê Dalaa El Derbo, diyar kir ku şehîd Zagros mînakê exlaq û wêrekiyê bû.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadeta şehîd hat xwedndin û radestî malbatê hat kirin.
Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.



