Li bakurê Ekvadorê xwepêşandanên girseyê hatin lidarxistin.
Ji bo rawestandina xwepêşandanê artêş destwerdan kir, di encamê de kesek mir.
Her wiha 17 leşker ji aliyê xelkê ve dîl hatin girtin.
Hikumetê li 8 eyaletan rewşa awarte ragihand û li 5 eyaletan jî derketina derve qedexe kir.
Çalakiyên şermezarkirinê ji aliyê mezintirîn rêxistina xwecihî ya welêt Konfederasyona Neteweyên Xwecihî yên Ekvadorê (CONAIE) ve li hemberî zêdebûna buhayê sotemeniyê tên li darxistin.
Konfederasyonê ragihand ku li bajarê Kotakaciyê kesekî di encama gulereşandina hêzên artêşê de hate kuştin.
Her wiha Konfederasyon Serokê welêt Daniel Noboa berpirsyar nîşan da û xwest, lêpirsîneke bi lez bê kirin û edalet bi cih bê anîn.
Hem wextê wê artêşe bi daxuyaniyekî ragihandin ku çalakgeran êrîş birin ser leşkeran di encamê de 12 leşker birîndar bûn, 17 jî dîl hatin girtin.
Artêşê ev êrîş weke kemîna komeke terorîstan pênase kir.
Wezîra Karên Hundir Zaida Rovira îdîa kir ku bûyer çalakiyên şermezarkirinê yên aştiyane nîne, lê belê kemîneke rêxistiniyên terorîstî ye.
Li 8 Eyaletên ekvadorê rewşa awarte hat ragihandin
Serokê Ekvadorê Noboa da diyar kirin ku li pişt çalakiyan çeteya Tren de Aragua heye ku bi eslê xwe ji Venezuelayê ye.
Her wiha Noboa diyar kir ku xwepêşandêrên qanûn binpêkirine, wê bi sûcdariya terorîzmê ji bo cezakirina heta 30 salan wê bêne darizandin.
Di dîmenên medya dîjîtal ên Konfederasyonê de jî hate dîtin ku artêşê hêzeke zêde bi cih kiriye û fîşekên rastî bi kar tîne.
Konfederasyon ev êrîş weke sûcê dewletê pênase kir û hikumet berpirsyar nîşan da.
Piştî ku çalakiyên şermezarkirinê mezin bûn, hikumetê li 8 eyaletan rewşa awarte ragihand û li 5 eyaletan jî derketina derve qedexe kir.



