Hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi ser Kampa Nêreb a li bajarê Helebê de girt, 20 kes girtin.
Hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Kampa Nêreb a bajarê Helebê zêdetirî 20 kesî girtin; di nav wan de xizmên ciwanekî Filistînî yê ku bi guleya endamekî hêzan beriya çend rojan hatiye qetilkirin, heye.
Hêzan şevê berê qedexeya derketinê li kampê danîbû û vê sibê rakir. Li gorî çavkaniyên şopîner, ev tedbîr bi rageşiya ewlekarî ya ji ber revandina 2 endamên ji hêzên hikûmetê veguhêz, û lêdana wan bi kêran li hundurê kampê ji aliyê kesên nenas ve, pêk hat. Bi wê re hêzan bi erebeyan bi ser herêmê de girt û derdora kampê bi hêzên ewlekariyê dorpêç kir.
Çavkaniyên xwecih jî da zanîn ku piştî qetilkirina ciwanê filistînî û piştre di merasîma oxirkirina wî de xwepêşandan derketin, ev hemle pêk hat.
Di 27ˊê Îlonê de li kampê gule hatin avêtin û di encamê de ciwanekî filistînî hat qetilkirin û yek jî birîdnar bû. Lê tu daxuyaniyên fermî der barê bûyerê de nehatin dayîn. Vê bûyerê pêleke hêrsê çêkir û daxwaza vekirina lêpirsîneke zelal û hesabxwestina ji berpirsiyaran hat kirin.
Kampa Nêreb yek ji kampên penaberên Filistînê li Sûriyeyê ye, li bajarê Helebê ye. Ji mezintirîn kampên li herêmê ye. Di 1949ˊan de hat avakirin û tê de bi hezaran penaber hene.



