Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke ciwan ji bajarê Efrîna dagirkirî revandin piştî wê bi rojekê ew jin serbest hate berdan, li gel vê yekê jî sûc û destdanîna ser milkên şêniyên gundê Şêxorz ji aliyê çeteyan ve berdewam dikin.
Têkildarî mijarê çavkaniyên ji herêmê jî ragihandin:
“Roj 28’ê Îlonê, seet 6’ê êvarê çeteyan jina ciwan bi navê Zeyneb Mihemed ya 18 salî ji gundê Coqê revandin.
Piştî wê bi rojekê seet 2:00’ê sibê, bêyî ku çete sedema revandinê eşker bikin, serbest hate berdan.”
Çavkaniyan diyar kirin ku malbata Zeyneb û gundî ji ber vê bûyerê bi tirs in.
Li aliyê din kesê bi navê “Ebû Nesîb” ê girêdayî artêşa Tirk a dagirker desteserkirina xwe ya ser mala û milkan dewam dike.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku ji sala 2018’an ve bê hesabpirsînê “Ebû Nesîb” dest datîne ser baxçeyên zeytûnan û malên li gundê Şêxorzê yê Bilbilê.
Li gorî şêniyan çeteyê navbûrî bi xirabkirina perestgehan û talankirina mal, dikan û destdanîan ser daran navdar e.
Di heman demê de, hikumeta veguhêz tevî sozên dubarekirî yên ji bo vegerandina milkê wan, giliyên şêniyan paşguh dike.


