Bi sedan şêniyên kantona Firatê li goristana şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê oxir kir.
Şêniyên Kantona Firatê ji bo oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hesen (Hesen Elî) yê ku di 28`ê Îlonê de li Reqayê şehîd bûbû, li goristana şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê kom bûn.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê, hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Almaz Romî axivî û got: “Em bi saya van şervanan li vir in û em ê bi saya wan jî bighêjin serkeftinê.”
Dûra jî hevserokê Meclîsa Bajarê Sirînê Ebdulrehman Şêx Demir axivî û got: “Rêber Apo ji me re nexşeriya azadiyê daniye û em ê heta dawiyê li ser wê bin. Êdî serkeftin nêz maye. Malbata şehîd Hesen ji malbatên welatparêz yên kevin in, em bi van malbatan gihîştin vir. Îro êdî di Rojhilata Navîn de me xwe daye îsbatkirin ku em hene û em ê hebin.”
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyê şehîd li goristanê veşart.



