Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi rêxistinên jinan û komên piştevaniyê re civiya.
Di civînê de şandeyê têkildarî têkoşîna jinan, ezmûna xweseriyê û lêgerîna çareseriya demokratîk peyam dan.
Delegasyonê têkildarî rola jinan, ezmûna xweseriyê û xeteriyên siyasî nirxandin kir.
Şandeyê bal kişand ser girîngiya qursên pîşeyî yên ji bo jinan hatine vekirin û got:
Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye, parastina wê wezîfeya esas a jinan e.
Her wiha şandeyê diyar kir ku zagona bingehîn a nû divê bi tevlîbûna hemû gelan were amadekirin.
Şandeyê anî ziman ku gelek welat naxwazin meseleya Kurd bikin rojev.
Lê belê mijar bi taybetî ji Tirkiyeyê li ser rojeva navneteweyî hatiye rûnişkandin.



