Karwanekî alîkariyê ku ji 13 erebeyan pêk tê, derbasî Siwêda bû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê 13 erebeyên ku bi ard û madeyên xwarinê barkirîne, ketin parêzgeha Siwêda.
Çavdêriyê da zanîn ku karwanê alîkariyê di riya Siwêda-Şam derbasî herêmê bû.
Li gorî jêderê, karwanê alîkariyê li cihên eleqedar hatin valakirin da ku paşê li sivîlan were belavkirin.
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku di nava karwanê alîkariyê de dora 80 ton ard heye.
Siwêda ji dema şer ve û heta niha dinava dorpêçê de ye û ji hemû pêdeviyên jiyanî bêpar e.



