Bi boneya Meha Cîhanî ya Hişyariya li Dijî Penceşêra Pêsîrê (meha Pembeyî), Dsteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku wênegirtina tîrîjê (Mamografîk) li Nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê bê pere ye.
Desteya Tendurstiyê got ku ev gava wan dê heta dawiya vê mehê dewam bike.
Desteyê destnîşan kir ku hemû taximên Nexweşxaneyê ji bo vê gavê amade ne.



