Hêzên HAT, ê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn , li rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê pêk anî.
Di encamê de 9 çete hatine girtin, çek û cebilxaneyên bi wan re hatine desteserkirin.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê daxuyaniyek da.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku ev operasyon berdewamiya hewildanên me ji bo zuhakirina çavkaniyên çeteya ye û got:
“Di saetên serê sibê yên roja Çarşemê, 1’ê Cotmehê de, Hêzêm me li Dêra Zorê operasyoneke pêk anî.
Operasyonê veşartgehên terorîstên xeternak hedef girt .
Operasyona ku bi rastbûn û profesyonelîzma bilind ve tê diyar kirin, bû sedema girtina 9 terorîstên ku li herêmê dixebitin.
Her wiha Di operasyonê de alav û amûrên şer hatin desteserkirin.
Her wekî çar amûrên peywendiyê yên ku ji bo hevrêzkirina operasyon û tevgerên wan dihatin bikar anîn, di nav wan de hebûn.”
Hêzên Ewlekariyê herî dawî soza xwe ji gelê xwe re nû kir ku ew ê bi biryardarî di şerê xwe yê li dijî terorê de her dem amade bin.



