7’emîn civîna Civaka Siyasi ya Ewropayê bi rojeva sereke ya ewlehî û parastinê li paytexta Danîmarkayê, Kopenhagê, dest pê kir.
Rojeva sereke ya civînê parastin û ewlehî ye, bi taybetî gefên Rûsyayê li ser welatên Ewropayê tê nîqaşkirin.
7’emîn civîna Civaka Siyasi ya Ewropayê bi rojeva sereke ya ewlehî û parastinê li paytexta Danîmarkayê, Kopenhagê, dest pê kir.
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser zêdebûna hewldanên dîplomatîk di mehên dawî de ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê û got:
“Di vê navberê de Rûsya êrîşên xwe yên bêrehm didomîne.
Niha divê her kes vê yekê bi zelalî fêm bike ku Rûsya heta neyê zor kirin dê nesekine û ev ne tenê ji bo Ukraynayê, lê îro ji bo me hemûyan metirsiyek e.”
Rojeva sereke ya civînê: Parastin û ewlehî
Bingehên Civaka Siyasi ya Ewropayê, li ser pêşniyara Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di Roja Ewropayê ya sala 2022’an de hatin danîn.
Civaka Siyasi ya Ewropayê wekî platformeke şêwirmendiyê ya berfireh ku welatên derveyî Yekîtiya Ewropayê jî tê de cih digirin.
Danîmarka, di van rojên dawî de ji ber dronên nenas ên li ser binesaziya xwe ya krîtîk têne dîtin, di navenda fikarên ewlehiyê yên Ewropayê de ye.
Ev rewş bi awayekî zêde di tedbîrên ewlehiyê yên ji bo civînê li bajêr hatine girtin de jî xuya dike.
Piştgirî ji hêzên bejahî, hewayî û deryayî yên Fransî, Swêdî, Îngilîz û Alman hatine wergirtin.
Xeteriya Rûsya li ser welatên Ewropayê hat nîqaşkirin
Meha borî, bi binpêkirina qada hewayî ya Polonya, Romanya û Estonyayê ji aliyê dron û jetên Rûsî ve, ev pêşketin Ewropayê neçar dike ku tedbîrên lezgîn bigire.
Ji aliyê din ve, hewldanên dîplomatîk ên di van demên dawî de ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê lez kirine.
Piştgiriya leşkerî ya ji bo welat û pêşniyarên têkildarî garantiyên ewlehiyê yên ku wê bên dayîn, dê bibin mijara şêwirmendiyên îro.
Xurtkirina bingeha pîşesaziya parastinê ya Ewropayê jî di navenda nîqaşan de ye.
Macron: Em ê ji bo yekparçeyiya hewa û axa Ewropayê erkên xwe bi cih bînin
Her wiha Macron diyar kir ku wekî welatên parzemînê, ew ne tenê li ser şerê li Ukraynayê, lê li ser bûyerên li Balkan, Qafqasya û Moldovayê jî disekinin.
Macron destnîşan kir ku Rûsya li Ukraynayê negihîştiye armancên xwe û got:
“Wan nikarîbû Kîevê bigirin, wan nikarîbû rejîmê biguherînin.”
Macron, teqez kir ku aştîyeke domdar li Ukraynayê bi garantiyên ewlehiyê yên ku dê ji vî welatî re bêne dayîn ve girêdayî ye.
Zelenskiy ji serokên Ewropayê re: Garantiyên ewlehiyê temam bikin
Li gel vê yekê Zelenskiy jî di civînê de axivî û behsa metirsiya dronan a li qada hewayî ya welatên Ewropayê kir û got:
“Ev bûyer nîşaneyeke zelal e ku Rûsya xwe bi qasî ku vê şerê bilind bike cesaret hîs dike.
Mesele tu carî tenê bi Ukraynayê ve sînordar nebû.
Rûsya her tim armanc kir ku welatên Rojava, û bi taybetî îro Ewropayê, parçe bike.
Stratejiya wan hêsan e: Ewropayê parçe bikin, nîqaşan gur bikin.”
Zelenskiy got divê welatên Ewropayê li gorî pêşniyara Donald Trump tevbigerin û dev ji kirîna petrolê ji Rûsyayê berdin.



