Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê tenê di meha Îlonê de, 25 êrîş li ser herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê pêk anîne.
Çavdêriyê destnîşan kir ku rêbazên van êrîşan ji hev cuda bûn û di encamê de 40 sivîl û Şervan şehîd û birîndar bûn.
Li gundewarê Dêra Zorê 23, di heman demê de li Reqa û Hesekê jî êrîşek hatiye kirin.
Li gorî Çavdêriyê, DAIŞ’ê meha Tebaxê jî 27 êrîş pêk anîne, di wan êrişan de 29 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD çend roj berê eşkere kir ku şaneyên DAIŞ’ê ji dema hilweşîna rejîma Baasê heta 20’ê Îlonê 153 êrîş li bakur û rojhilatê Sûryê pêk aniye.



