Komîteya Navneteweyî ya Serbixwe ya Lêkolînan mîsyona xwe li Siwêdayê didomîne. Komîteyê bi şahidên bûyeran û serokê rûhanî yê Durziyan re hevdîtin kirin.
Ji ber êriş û komkujiyên ku di meha Tîrmehê de li Siwêdayê rû dane, Komîteya Navneteweyî ya Serbixwe ya Lêkolînan, li Siwêdayê dest bi lêkolînê kir.
Komîte rojek piştî hatina xwe ya li Siwêdayê, derbasî gundewarên kavilkirî yên rojavayê Siwêdayê bû û bi serokê rûhanî yê Durziyên Mihewehidîn Şêx Hikmet El Hicrî re hevdîtin kir. Endamên komîteyê piştre çûn nexweşxaneya Siwêdayê û hevdîtin bi şahidên bûyeran re kir.
Parêzer Eymen Şeybedîn der barê hevdîtinên komîteyê de li ser Facebookê agahî parve kirin. Şeybedîn diyar kir ku wî li nivîsgeha xwe ya li bajarê Siwêdayê hevdîtin bi 2 lêkolînerên navneteweyî re kir.
Her wiha da zanîn ku komîte ji beşên sûcan, belgekirin, siyasî û leşkerî pêk tê û wiha domand: “Mîsyona komîteyê bi demek diyarkirî ve nehatiye sînordarkirin.
Heya ku astengî li pêşiya wê neyên derxistin, Komîte dê serdanên xwe bidomîne. Bi şahidan re hevdîtinan bike û delîl û belgeyan berhev bike. Komîte li Siwêdayê bicîh nebûye û ne jî li wir niştecih bûye. Lê dê li gorî plana xwe û li gorî mijarên ku rayedar di warê ketina Siwêdayê de destûr didin, were û biçe.”
Parêzer Eymen Şeybedîn di îfadeyeke dirêj de ku pêşkêşî endamên komîteyê, pêvajoya hatine Ehmed El Şeri li ser desthilata Sûriyeyê, pêvajoyên siyasî, civakî û ewlehî yên piştî hatine wî ya ser desthilatê, pêlên provokasyonên mezhebî yên beriya komkujiyan, dema ketina hêzên wezaretên parastinê û hundirîn a nava Siwêdayê di navîna Tîrmeha borî de vegotin.
Li gorî Şeybedîn, rapora komîteyê dê Çileya 2026’an derkeve.
Demek berê hikumeta veguhêz bi hinceta ku rewş ne ewle ye, rê neda komîte derbasî Siwêdayê bibe û ew li ser rêya Şam-Siwêdayê sekinandibû.



