Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhînameyek derbarê bûyera qezayê ya ku duh li ser rêya 47’an a Hesekê-Dêra Zorê qewimîye, belav kir.
Meclisê di bêhînameyê de xemgîniya xwe ji tevahî gel û akadîmesyonên herêmê re nîşan da.
Meclisa Zanîngehan Sersaxî ji malbatên Doktoran re xwest
Her wiha sersaxî ji malbatên akadîmesyen û doktorên qedirbilin Mihemed El-Casim, Nacî El-Ferec û Mehmûd Remdan re ên ku duh di qezayeke Tirafîkê ya bi êş de jiyana xwe ji dest dan, xwest.
Di belavoka xwe de, hêvî kir ku hemû birîndar, bi lez werin dermankirin.



