Di dema rêjîma bass’ê, cotkarên li Sûriyê ji hikumetê pere deyînkirin û enerjiya rojê ji bo çandiyê danîn.
Wê demê cotkaran bi hikumetê re lihevkirirn ku dema pereyan vegerînin wê bê faîze be.
Lê niha ev hikumeta veguhêz a nû hatiye li ser desthidariyê daxwaza faîze van deynan dike.
Cotkar ji vê biryarê nerazîne û barê wan dê girantir bibe.
Mesrefa çandiniyê ya hikumeta veguhêz ji cotkaran xwest ku faîza ji sedî 16 beranberî pereyên ji bo eneriya rojê wergirtin, bidin.
Cotkarên li Helebê diyar kir ku hikumeta berê di bin navê piştgiriya çandiniyê de kredî bê faîz dane wan.
Cotkaran destnîşan kir ku ev gava hikumeta veguhêz binpêkirina peymanan e.
Tê gotin ku nirxê her sîstemeke enerjiyê 180 milyon lîreyê Sûriyeyê ye.
Vegerandina pereyan jî dê di 10 salan de pêk were.
Ew dibêjin li şûna ku hikumeta veguhêz piştgiriya çandiniyê bike, astengiyan ji wan re derdixe.



