Dadgeriya Fransayê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî di sala 2013’an de li Sûriyeyê, der barê serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esad de biryareke din a girtinê da.
Ajansa AFP’ê ragihand ku di lêpirsîna têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya di sala 2013’an de, biryarek din a girtina serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esad da.
Bi vê yekê hejmara biryarên girtina Beşar Esed ku dadgeriya Fransayê dane, dibe 3.
25’ê Tîrmehê, Dadgeha Îtîrazê ya Fransayê biryara yekemîn a di Mijdara 2023’an de hatibû dayîn, li ser bingeha prensîba parêzbendiya mutleq ji bo serokên dewletan dema ku li ser desthilatê ne, betal kiribû.
Lê dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû ku doz dikare piştî hilweşandina Esed ji nû ve were vekirin.
Biryara girtina Beşar Esed ji ber êrişên kîmyewî yên li Dera, Dûma û Xûtaya Rojhilat ku destê Esed tê de heye, hate dayîn.
Li gorî raporên îstîxbarata DYA’yê di êrişên kîmyewî yên 5’ê Tebaxa 2013’an ên li ser Dera û Dûmayê de nêzî 450 kes birîndar bûn, di êrişa bi gaza sarînê de jî ku 21’ê Tebaxa heman sale li ser Xûtaya Rojhilat hatibû kirin, derdora hezar kes mirin.
Beriya vê biryara dawîn jî, dadgeriya Fransayê 2 biryarên din ên girtina Beşar Esed ku niha li Rûsyayê dimîne, dabûn.



