Rûsya demek dirêj e Sûriyê wekî xalek çûnûhatinê ya girîng ji bo operasyonên xwe yên bazirganî û leşkerî li Rojhilata Navîn û Afrîkayê dibîne.
Li gor agahiyan Rûsya amedekarî dike ku li Bendera Banias a Sûriyê petrolê veguhezîne.
Amerîka di her alî de sepandina cezayan li dijî Rûsyayê dixe meriyetê.
Hemwextî wê Rûsya jî danûstandinên xwe yên bazirganiya petrolê bi hikumeta veguhêz a Sûriyê pêş dixe.
Piştî serdana Şera li Moskowê ajansa Reutersê nûçeyek balkêş parve kir.
Li gor nûçeyê Rûsya amedekariyê dike da ku li bendera Banias a Sûriyê nêzîkî 750 hezar varîl ango 100 hezar ton petrola ARCO û cûreyek gazê radestî hikumeta veguhêz bike.
Li gorî çavkaniyan, keştiyê petrola xav a ARCO, ku ji hêla Gazprom Neft a Rûsyayê ve tê hilberandin, û kondensata ji hilberînerê gazê Novatek bar kiriye.
Derbarê vê yekê de Gazprom Neft û Novatek hîn daxuyaniyek nedane.
Rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jî li ser wan agahiyan ti bersiv nedan.
Rûsyayê îsal mîqdarên girîng ên mazotê ji Sûriyê re şandiye.



